LI DIJÎ TERORÊ LI KURDISTANÊ : DI ÊRÎŞA LI NÊZÎKÎ FIROKXANEYA HEWLÊRÊ DE TI ZIYAN ÇÊNEBÛN.
Di êrîşa li nêzîkî firokxaneya Hewlêrê de ti ziyan çênebûn.
Ajansa dijî terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li nêzî Firokxaneya Navnetewî ya Hewlêrê balafireke bombe kirî hatiye xistin.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Dijterorê ya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Li gorî agahiyên Serdozgeriya Dijterorê ya Herêma Kurdistanê, balafireke bi bombe li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê,di êvara roja Pêncşemê de,demjimêr 21:58 hatiye xistin”.
Di daxuyanîya xwe de, Ajansa Çavdêriyê da zanîn ku “di bûyerê de ti ziyanên canî û madî çênebûne”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah