Rewşa Penaberên Sûrî li Urdinê.
Nêzîkî 97,000 Penaberên Sûrî li Urdinê ji destpêka salê ve bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku di meha Gulanê de zêdetirî 10,000 penaberên Sûrî yên qeydkirî vegeriyan welatê xwe, ku li gorî meha berê ji sedî 45 zêdetir e.
UNHCR di raporekê de ku ji hêla kanala televîzyonê ya Urdunî El Mamlaka ve li ser malpera xwe hate weşandin, ku di meha Nîsanê de 10,500 penaberên Sûrî vegeriyan welatê xwe.
û bi vî awayî hejmara giştî ya kesên ku ji Urdunê vegeriyane Sûriyê ji 8ê Kanûna 2024an heta dawiya 30 Hezêrana 2025an gihîştiye nêzîkî 100,000 penaberên Sûrî bi dilxwazî ji Urdinê vegeriyane welatê xwe û pêşpînî dike ku rêjeya vegera penaberên Sûrî di serdema pêş de zêde bibe.
UNHCR di rapora xwe de diyar kir ku ew piştgiriya penaberên ku dixwazin vegerin dike.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo