Swêda.. merasîmên binaxspartina Qurbaniyên teqîna Kenîseya Mar Ilyas li Şamê.
Îro roja sêşemê 24ê pûşbera 2025an, li gundê Xirba yê gundewarê parêzgeha Swêdayê,di Kenîseya Qedîs CawrCiyûs merasîmên bixakspartina 5 kes ku ji malbatekê ne yên qurbaniyên teqîna kenîseya Mar Iiyas li Şamê.
Û têde xelkên Swêdayê û kesûkarên qurbaniyan amadebûn.
Ev yek Tê zanîn ku roja Yekşemê 22 ê Hezêrana 2025an, Teqînekê li kenîseyekê li taxeke Kiristiyanan li Şamê rû da û bi dehên welatiyan bûne qurbanî.
Û li gorî wezareta Navxwe ya Sûriyê ku kesê xwekuj ji rêxistina Daîşê a terorîste.
Wezaretê diyar kir ku endamê DAIŞê derbasî kenîseyê bû û gule berdane kesên ku li wir amade bûn û pişt re xwe teqand.
Û herwiha di encama teqînê de heta niha 15 kes hatine kuştin û zêdetirî 50 î birîndarbûn.
Ragihandina ENK Sê
Qamişlo