NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR(TIL TEMIR) YA BI SER ENKSÊ VE..
Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir civîna xwe ya asayî di roja Duşemê 23/6/2025an de lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin
Rewşa rêxistinî: Rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encumena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wergirtibû hat xwendin
û naveroka wê jî, hate nîqaşkirin.
Di warê siyasî de: Pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî yên li qada navneteweyî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.Bi taybet şerê Îran î Israîlê ..
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah