HESEKÊ: NIHMET DAWID SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Xwecehiyên Hesekê) roja Înê 23ê Gulanê, li kafeya lîstika Benko ya bajarê Hesekê, semînerek siyasî li ser nûtirîn nûçeyên li ser herdu qadên Sûrî û Kurdî li dar xist.
Semîner ji aliyê endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, mamoste. Nihmet Dawid bi rê ve çû.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî û li pêşîya wan Barzaniyê nemir bi sirûda netewî ya Kurd, Ey Reqîb dest pê kir
Piştre mamoste. Nihmet dest bi axaftina xwe kir li ser nûtirîn nûçeyên siyasî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî.
Dawid behsa krîza Ukraynî-Rûsî, bûyerên 7ê Cotmehê û êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê û bandora wê ya li ser qada Sûriyê kir.
Her wiha behsa destpêka operasyonên astengkirina êrîşê, hilweşandina rêjîmê bi îradeya navneteweyî, derketina sûcên rêjîmê li ber çavan kir.
Dawid qonaxên diyalogên kurdî-kurdî û pêşketinên wan anî ziman, heta ku bi lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Qamîşlo, îmzekirina belgeya siyasî ya yekbûyî ya hemû partiyên siyasî yên kurd, û pejirandina wê wek bingeha diyalogê bi Şamê re .
Hewldanên Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekitiya rêz û helwesta Kurdan, yek ji mijara semînerê bû, her wiha mamoste. Nihmed bal kişand ser rola hevpeymaniya navneteweyî û bi taybetî ya DYA û Fransayê di pêkanîna yekitiya rêzê de.
Dawid bal kişand ser axaftina Abdulah Ocalan û ew wek axaftina dîrokî bi nav kir di qonaxa heyî de, ku têkoşîna çekdarî wek barekî giran li ser gelan tê hesibandin.
Di semînarê de, gelek pirs hatin pirsîn û bersiv hatin dayîn ji aliyê mamoste Nihmet Dawid ve.
Ragihandina ENKSê
Raport :Elî Fetah