Qamişlo… semînerek siyasî li Qamişlo hat li darxistin..
Encûmenên Xwecihiyên Qamişlo yên bi ser ENK_Sê ve, Îro roja înê 23ê Gulanê , li hola Efrîn ya li bajarê Qamişlo semînerek Siyasî li darxistin.
Û semînar ji aliyê serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriya M, Mihemed Ismaîl ve hat pêşkêşkirin.
Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir hat rawestandin.
Semînar bi amadebûna Encûmena Niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jin û ciwanan.
Her wiha semînar li ser dawî pêşhateyên siyasî ser qada Sûriyê bi giştî bi taybetî qada Kurdî hate behiskirin.
Û di derbarî vê semînerê li ser konferansa yekîtiya Kurdan a ku di 26ê Nîsanê de li Qamîşloyê hat lidarxistin, û îmzekirina belgeyeke siyasî ya yekgirtî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokratîk de û pejirandina wê wekî bingehek ji bo diyalogê bi Şamê re axivî.
Wî her wiha bal kişand ser hewldanên Serok Mesûd Barzanî, hevpeymaniya navneteweyî û General Mazlûm Ebdî ji bo yekkirina refên Kurdan.
Û di dawiya semînerê de Ji aliyê beşdaran ve çend destwerdan hatin kirin,
Serokê Encûmenê bi awayekî zelal û bi awayekî vekirî bersiva pirsan da.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo