GOTAREK BI NAVÊ “EREB ŞEMO Û ZIMANÊ KURDÎ ” LI BAJARÊ HESEKÊ HAT PÊŞKÊŞ KIRIN.
Lektorek bi navê “Ereb Şemk û Zimanê Kurdî” li bajarê Hesekê hat pêşkêş kirin.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, roja Pêncşemê 22ê Gulanê, semînereke çandî bi navê ⁇ Şemo û Zimanê Kurdî ⁇ , li Parka Xwendinê li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî dest pê kir.
Gotarbêj Seîd Yûsif, serokê şaxê Heskê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriyê, dest bi axaftina destpêka pêkanîna alfabeya kurdî kir, heta gihîştina Ereb Şemo.
Yûsif behsa qonaxên cûda yên jiyan û lêkolîna rewşenbîr Ereb Şemo kir, ji dayikbûna wî di navendeke dijwar de, koçkirina wî ya Ermenistanê û hevdîtina wî bi Ishak Margalov re, ku wan li wir karîbû alfabeya kurdî amade bike, û di sala 1928’an de wan alfabeya latînî amade kir,
Di heman salê de, wî pirtûka yekem nivîsand da ku zimanê kurdî bi navê (fêrbûna zimanê kurdî bixwe) fêr bibe.
Herweha Yûsif,di gotara xwe de behsa hilbijartina Ereb Şemo di Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê de, di sala 1931 de, û ji aliyê Stalîn ve ji bo Sîbîriya di sala 1933an de hate şandin û di 19 salan de li sirgûnê ma.
Romana yekem a romannivîs Ereb Şemo (Şivanê Kurdî) yek ji aliyên gotûbêjê bû, ji ber ku ew yek ji berhemên wî yên herî girîng e, û hatiye wergerandin bo zimanên Rûsî, Fransî û Kurdî.
Romannivîsê kurd Ereb Şemo di 21ê Gulanê 1978an de, li paytexta Ermenistanê Yerîvanê koça dawî kir, û li Goristana Yerîvanê di merasîmeke mezin de hat veşartin, ji wan berhemên wî yên herî girîng (Şivanê Kurd, padîşahê derewîn, Pirsa Qedexekirina di Navbera Kurd de, Şeveq, Demdem, û Rêya Şahîtiyê).
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah