Partiyên siyasî pîrozbahiya ENKSê bi boneya serkeftina Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dikin…
Îro roja çarşemê her yek ji Partiya Pêşeroja Demoqratîk a Kurdî li Sûriya, Partiya Azadî a Kurdistanî, Şepêla Gel a Kurdistanî serdana ofîsa Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriya li Qamişlo kirin, Bi boneya serkeftina karê konfiransa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî.
û ev şanda ji aliyê serokê Encûmenê M, Mihemed Ismaîl , û endamên desteya serokatiyê ve hatin pêşwazîkirin, û ji aliyê xwe şanda pîrozbahî pîrozbahî pêşkêş kirin.
Û herwiha di vê serdanê de behsa giringiya vê serkeftinê di dîroka gelê kurd e hate kirin , û pêşheteyên herî dawî yên Sûrî û bi taybetî ser qada Kurdî û herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo