NÛNERTIYA ENKSê YA HERÊMA KURDISTANÊ CIVÎNEKE JI BO AVAKIRINA KOMÎTEYAN LIDARXIST.
Nûnertiya ENKSê ya
Herêma Kurdistanê civîneke ji bo avakirina komîteyan lidarxist
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê civînek di roja Çarşemê 7/5/2025an de, li Hewlêrê li paytexta Herêma Kurdistanê lidarxist.
Piştî sekna bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî, şehîdên şoreşa Sûrî, li pêşîya wan bavê ruhî yê gelê Kurd Mele Mustafa Barzanî û di nav me de yê nemir Îdrîs Barzanî û bi beşdarbûna hemû endamên nûnertiyê civînê dest bi lîsta kar kir.
Piştî nîqaşên kûr û avaker û li ser pêşniyarên pêşkêşkirî, komîteyên jêrîn hatin avakirin: Komîteya Têkiliyan, Komîteya Karûbarên Penaberan, Komîteya Ragihandinê.
Di dawiyê de, endamên nûnertiyê tekez li ser pêwîstiya aktîvkirina van komîteyan kirin û kar kirin bi awayekî sazûmanî ji bo xizmeta penaberên Kurdên Sûrî li Herêma Kurdistanê, ji bo rûbirûbûna astengiyên ku rûbirû dibin û têkilî bi aliyên têkildar re.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah