XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE ŞANDEKE TÊKILIYÊN MSDÊ PÊŞWAZÎ KIR.
Xwecihiya rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,şandeke têkiliyên MSDê pêşwazî kir.
Şandeyek ji Komîteya Têkiliyên Meclîsa Sûriya Demokratîk di roja Duşemê 5ê Gulanê serdana xwecihiya rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan behsa stratejiya konferansa yekîtiya rêzê û helwesta Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, girîngiya pêkanîna nêrîna hevbeş a Kurdan di xizmeta gelê me yê Kurd li Sûriyê de, û avakirina şandeya danûstandina Kurdan bi Şamê re kirin.
Her wiha Herdu aliyan behsa pêşeroja Sûriyê û gelê Kurd û girîngiya beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di pêşeroja welêt de kirin.
Di dawiya hevdîtinê de, peywendiyên Meclisa Sûriya Demokratîk ya Hesekê bang li xwecihiya Rojava ya Hesekê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir ku di zûtirîn dem de serdana heman rengî bike.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah