NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.
Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Sêşemê 6/5/2025an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .
Herwiha bi amadebûna serokê ENKSê mamoste Mihemed Ismaîl, Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.
Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.
Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.
Piştre mamoste Mihemed Ismaîl behsa rewş û nûçeyên dawî yên siyasî, herêmî, navdewletî û herêmî kir û li ser mekanîzmayên konferansê ku di 26/4/2025 de li Salona Azadî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin da ku rêza Kurdan û nêrîna siyasî ya yekgirtî yek bikin û biçin Şamê ji bo şêwirandinê û hemahingiyê bi hikûmeta Sûrî re ji bo bidestxistina armancên gelê Kurd hat kirin
Di dawiyê de,Ji alîyê beşdaran ve mudaxele hatin kirin.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah