Sûriya.. qurbaniyên teqîna maynên şer.
Rawengeha Sûrî bo mafê mirovan Piştî ketina rêjîma Esed kuştina 467 û birîndarkirina 504 sivîlan di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê belge kir .
Herwiha Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji dema rûxana rêjîma Esed di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 467 sivîl ji wan 334 mêr û 102 zarok û 31 jin jiyana xwe ji dest dan, û 504 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 222 zarok û 15 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 373 sivîl di nav wan de 82 zarok û 22 jin hatin kuştin û 358 ji wan 154 zarok û 7 jin birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 28 ji wan 11 zarok û 3 jin jiyana xwe ji dest dan û 47 ê din birîndar bûn di nav wan de 34zarok .
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 67 kes di nav wan de 9 zarok û 6 jin hatin kuştin û 99 kesên din ji wan 34 zarok û 8 jin hatin birîndarkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo