SEROKÊ XWECIHIYA EFRÎNÊ DAXWAZ KIR JI KOÇBER Û PENABERÊN KURD RE KU VEGERIN LI SER MAL Û MILKÊN XWE.
Ahmed Hesen serokê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaz kir ku koçber û penaberên Kurd vegerin ser mal û erdên xwe, rê vekirîne û ji bo her kesî ye”.
Di derbarê vê yekê de,Ahmed Hesen,serokê xwecihiya Efrînê ya bi ser ENKSê ve,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:” Ku hejmara Kurdan li Efrînê gelek zêde bûye û hejmara koçber û penaberan yên vedigerin ser mal û milkên xwe her diçe zêde dibe.
Her wiha serokê xwecihiya Efrînê got: “Piştî ku Beşar Esed ket û rêyên di navbera bajar, bajarok û gundên Sûrî bi giştî û herêma Efrînê bi taybetî vekirin, leza vegera xelkê Efrînê ji hemû herêmên Sûrî û her wiha ji Lubnan, Herêma Kurdistanê, Tirkiye û heta ji Ewropayê zêde bû”.
Serokê xwecihiya Efrînê piştrast kir ku “Hejmarek mezin ji koçberên Ereb ji herêma Efrînê derketine û tevger hîn jî didome ku hejmara Kurdên heyî nêzîkî 80% ji yên heyî ye”.
Ehmed Hesen diyar kir ku rêjeya erebên ku li Efrînê mane nêzîkî 15-20% ji ber sedemên xwendinê, karên bazirganiyê û sererastkirina malên xwe li cihên xwe yên eslî ne û ew bi rê ve diçin.
Di dawiya axaftina xwe de,Ahmed Hesen serokê xwecihiya Efrînê ya bi ser Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve,daxwaz kir ku koçber û penaberên Kurd vegerin ser mal û erdên xwe, rê vekirîne û ji bo her kesî ye”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah