NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA ROJAVA YA HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE.
Xwecihiya Rojava ya Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Çarşemê 30.4.2025an civîna xwe ya asayî lidarxistin.
Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin .
Herwiha endaman mekanîzmaya xebata xwecihiyê û awayên pêşxistina wê bi hevkarî di navbera endaman de nirxandin.
Civatê behsa nûçeyên li ser qada navçeyî, herêmî û navneteweyî, rola ENKSê û bandora wê kir, her wiha behsa bûyera dîrokî (Konferansa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî) ya li Qamişlo kir û tekez kir ku ev konferans bandora xwe ya mezin li ser qada Kurdistanî û herêmê û bi taybetî li Sûriyê heye.
Endaman di civînê de çalakiyên xwecihiyê nirxandin, di çarçoveya xebatên xwe de,hevdîtinên bi kesayetiyên neteweyî re pêk anîn, her wiha behsa xebatên komîteyan û pêwîstiya çalakiyên pêşerojê hate kirin, her wiha behsa girîngiya rola herêmî di xebatên xwe de û behsa astengiyên taybetî di van demên taybetî de piştî konferansê kirin
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah