KOMÎTEYA LÊKOLÎNÊ YA NAVNETEWEYÎ HIŞYARÎ DIDE KU TUNDÛTÛJÎ LI SÛRIYÊ ZÊDE DIBE.
Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî hişyarî dide ku tundûtûjî li Sûrîyê zêde dibe.
Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Navneteweyî li ser Sûrîyê hişyarî da ku zêdebûna dawî ya tundûtûjîyê, aştîyeke domdar li wî welatî xeter dike.
Komîsyona Lêkolînê ya Serbixwe ya Navneteweyî ya li ser Sûriyê îro Şemiyê 3/5/2025an, di daxuyaniya xwe de got ku “Şer û pevçûnên ku li gundewarên Şamê bi awayekî mezhebî didomin û heta parêzgeha Suweydayê belav bûne, ji bo rêya Sûriyeyê ya aştiyeke domdar a mafparêz xema mezin e”.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ” Belavbûna teşwîqkirina cûdaxwaz û axaftina nefretê, di nav de bi rêya medyaya civakî, tundûtûjî geş dike û xetereyê li ser hevgirtina civakî ya nazik li Sûriyê dike”.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li hemî aliyên ku di aloziya heyî de beşdar in kir ku “Karên dijminane demûdest rawestînin û ji bo aramkirina rewşê û diyalogê hemû rêyên ku berdest in bi kar bînin”.
Her wiha bal kişand ser girîngiya “Parastina sivîlan, hêsankirina gihîştina alîkariyên mirovahî û pêşîlêgirtina ji koçberbûna zêdetir”.
Komîteyê daxwaz ji hikûmeta Sûrî kir ku “Li van binpêkirinên qanûna navneteweyî lêpirsînên bilez, rastgir, zelal û serbixwe pêk bîne û sûcdar bi rêbazên pêbawer li gorî qanûna Sûrî hesabê xwe bidin”.
Komîsyonê herwiha da zanîn ku “Pêşketinên dawî, ku piştî tundûtûjîya li herêmên deryayî yên Sûrîyê destpêka Adara borî pêk hatin, rewşa ewlekarîyê ya lawaz li welêt û hewcedariya tund ya rawestandina alozîyê nîşan dide”.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah