12EMÎN SALVEGERA TÊKOŞER EZÎZ DAWÊ HAT VEJANDIN..
Salvegera 12emîn ya têkoşer Ezîz Dawê ji aliyê partiya Wekheî hat vejandin.
Şandeke Partiya Wekhevî ya Dîmuqratî ya Kurd li Sûriyê di roja Îniyê 11.4.2025an de, serdana gora têkoşer sekreterê berê yê partiya Wekhevî,li goristana Şermola ya Amûdê kir.
Di 12mîn salvegera koça dawî ya têkoşer Ezîz Dawê de, bi beşdarbûna şandên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî,şandeke xwecihiya Amûdê, şandeke Partiya Pêşverû û kesayetiyên civakî û qevdên gulan danîn ser gora têkoşer Ezîz Dawî.
Di destpêkê de amadebûyan ji bo bîranîna cangorî Ezîz Dawê û şehîdên Kurd û Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Piştre Sekreterê Partiya Wekhevî birêz Nihmet Dawid, axaftina partiyê kir û di dirêjahiya axaftina xwe de behsa dîroka têkoşer û rewşenbîr Ezîz Dawê kir û heta nefesa dawî ya jiyana xwe xizmeta doza gelê xwe kir.
Di dawiyê de,wêneyê Elfatîha li ser giyanê têkoşer hat xwendin û spasiya hemû beşdaran hat kirin.
Jêder:Nivîsgeha Navendî ya Ragihandinê ya Partiya Wekhevî ya Dîmuqratî ya Kurd li Sûriyê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah