NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA (ENKS) PÊŞWAZIYA NÛNERÊ PARTIYA SOSYALÎT A KURDISTANÎ (PSK) KIR.
Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê pêşwaziya nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî (PSK) kir
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî (PSK) li Herêma Kurdistanê birêz Valî Colmerk di roja Yekşemê 13 / 4 / 2025an de, serdana navenda nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ya li Hewlêrê kir.
Ew ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hate pêşwazîkirin.
Birêz Valî pîrozbahî li nûnertiyê kir ji bo hilbijartinên wê yên vê dawiyê.
Di vê serdanê de, di derbarê rewşa dawî û nûçeyên girêdayî yekbûna rêza Kurdan de, nêrîn hatin parvekirin û her serkeftineke doza Kurdan li Sûriyê serkeftineke doza hemû perçên Kurdistanê ye.
Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah