CIVÎNA AMERÎKÎ Û ÎRANÎ LI SELTENET OMAN BI DAWÎ BÛ.
Civîna Amerîkî-Îranî li Seltenet Oman bi dawî bû
Li paytexta Omanê, bajarê kombûna li benda bernameya navokî ya Îranê, di navbera nûnerê taybet yê Serokê Amerîkî Donald Turamp bo karûbarên Rojhilata Navîn, Stêvin Wîtkef, û Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqci de bi dawî bû.
Wezareta Derve ya Îranê îro Şemiyê 12ê Nîsana 2025an, bidawîbûna civîna navbera şandeya Îranê û şandeya Amerîkî ya li Seltenet Eman ragihand, bêyî ku hûrgilîyekê bide.
Berî ku hevdîtin destpê bike, Serokê Amerîka Donald Tramp di firoka xwe ya seroktîyê de ji rojnamevanan re got: “Ez dixwazim Îran bibe welatekî mezin, mezin û kêfxweş, lê ew nikare bibe xwedîyê çekên navokî”.
Di nîşana dûrketina herdu aliyan de, heta niha formatê danûstandinan nehatiye piştrastkirin, ku Amerîka wek danûstandinên rasterast binav kiriye, dema ku Îran li ser hebûna navbeynkarî disekine.
Hevdîtinên di navbera her du aliyan de, ku bi dehan salan têkiliyên dîplomatîk di navbera wan de tune ne, piştî gefên berdewam ên kiryarên leşkerî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser Komara Îslamî pêk tên.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah