NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA NÛNERTIYA EWROPA YA ENKSÊ.
Nûnertiya Ewrûpayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî lidarxist.
Nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd civîna xwe ya asayî di 1ê Avdara 2025an de, bi amadebûna endamên nûnertiyê û bi beşdarbûna taybet a mamoste. Serhan Îsa, nûnerê ofîsa serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê û ji bo bîranîna rêberê nemir Mela Mûstafa Barzanî dest pê kir.
Piştre M. Serhan Îsa pêşkêşek berfireh li ser nûtirîn pêşketinên siyasî yên derbarê doza Kurd li Sûriyê pêşkêş kir, û bal kişand ser astengiyên heyî yên li pêş Encûmena Niştimanî ya Kurd.
Di nav zextên zêde de, ku ji aliyê aliyên rikeber ve li ser Sûriyeyê tên meşandin. Her wiha bal kişand ser girîngiya yekitiya yekrêziya Kurdî ji bo rûbirûbûna van astengiyan, û tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo parastina mafên gelê Kurd di çarçoveya çareseriya siyasî ya berfireh a aloziya Sûriyê de kir.
Mamoste Serhan Îsa da zanîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKSê) li çareseriya aştîyane û siyasî disekine û hewlên xurt dide ku diyalogê bi hêzên herêmî û navneteweyî re xurt bike, da ku encûmenê wekî lîstikvanekî sereke di pêşeroja Sûriyê de were naskirin. Her wiha astengiyên li pêşiya pêkanîna peymanên berê hatin nîqaşkirin, bi taybet di derbarê hevpeymaniya siyasî de û misogerkirina roleke aktîf a ENKSê di her pêvajoya danûstandinan de ku derbarê pêşeroja welêt de be.
Piştre, rojeva civînê hat pejirandin, ku tê de beşdaran bi ruheke berpirsyariyê rewşa nûnertiyê û rawestgehên ku di qonaxa borî de derbas bûne nîqaş kirin û tekez kirin ku pêwîstiya wê heye ku rola xwe bi bandortir bike, da ku karê Konseya Ewropayê xurtir bike.
Komcivîn rewşa rêxistinî ya nûnertiyê nîqaş kirin û rêyên baştirkirina karûbarên xwecihiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd, bi pêşxistina têkilî û kordînasyona di navbera aliyên têkildar de nîqaş kirin.
Di dawiya hevdîtinê de,
beşdaran soza xwe ya ji bo berdewamkirina xebata ji bo pêkanîna hêviyên gelê Kurd, xurtkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurd wek hêzeke siyasî ya ku îradeya Kurdan li Sûriyê temsîl dike, û parastina mafên wan ên rewa di çarçoveya çareseriya siyasî ya adil û mayînde de, nû kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah