SEROK BARZANÎ DIGEL SÊ PARTIYÊN KURD ÊN BAKURÊ KURDISTANÊ LI SER PÊVAJOYA AŞTIYÊ SEKINÎN.
Serok Barzanî digel sê partiyên kurd ên Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya aştiyê sekinîn
Serok Barzanî bi sê partiyên kurd ên Bakurê Kurdistana (Tirkiyê) re pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û bandora wê li ser doza kurd li herêmê gotûbêj kir. Her du aliyan tekezî li ser girîngiya piştgiriya rêya aştiyê û peydakirina çareseriyên domdar kirin.
Serok Mesûd Barzanî,di roja Duşemê 3ê Adara 2025an de, li Selaheddîn, şandeyeke hevbeş ji sê partiyên kurdî ji Bakurê Kurdistana (Tirkiyê) pêşwazî kir, her yek ji: Mûstefa Ozçlîk, Serokê Partiya Niştimanî ya Kurdistan, Bayram Bozîl, Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî, û Dozkîn Kaplan, Serokê Partiya Maf û Azadiyan, li gel Mesûd Tek, Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanî, û Mihemed Şêrîn Teymûr, Nûnerê Partiya Maf û Azadiyan.
Di hevdîtinê de, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û bandora wê li ser doza kurd li herêmê hate gotûbêjkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya piştgiriya rêya aştiyê û dîtina çareseriyên domdar kirin.
Di gotûbêjan de rewşa siyasî û ewlehiyê ya dawî jî hate nîqaşkirin, bi taybetî li Sûriyê, ku Serok Barzanî nêrîna xwe ya derbarê pêşeroja Kurdan û astengî û derfetên ku rûbirûyê wan dibin, pêşkêş kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah