34 emîn salvegera raperîna Kurdistanê sala 1991 an.
Roja çarşemê 5 ê Adara 2025an, 34 sal li ser raperîna gelê Kurdistanê de derbasdibe, û bi vê boneyê serok Mesûd Barzanî peyamek belva kir û têde got:
Bi helkefta salvegera 34an a Raperîna mezin a gelê Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û azadîxwaz û niştimanperweran û hemû gelê Kurdistanê dikim.
Raperîn yek ji serweriyan û destkeftiyên bihagiran ên gelê Kurdistanê ye.
Raperîn di bin siya îradeya azadîxwaz a gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge û yekrêziya aliyên di nav bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de pêk hat û serkeftin bi dest xist.
Raperîn li dijî dezgehên zordar û dagirker, peyameke zelal bû ku gelê Kurdistanê li gel hebûna zilm û çewisandin û tirsandinê jî zindî ye û azadî û serbestiyê dixwaze.
Raperînê ev rastî selimandin ku dagirkerî û zordarî çi qasî bihêz bin jî dê di encamê de biqedin û ev îrade û hêza gelê Kurdistanê ye ku dê bi ser bikevin.
Di vê bîranîna pîroz de, em tekeziyê li nirxên Raperînê û peyama aştî û biratiyê û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin.
Em silavan ji bo ruhê bilind ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên têkoşîna rizgarîxwaz a Kurdistanê dişînin ku bi xwîna xwe ya paqij azadî û serbestî ji bo gelê me anîn.
Û herwiha serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî di derbarî vê salvegerê de peyamek belav kir û têde wiha got:
Em di vê helkeftina pîroz de tekez dikin ku, em li ser karkirina ji bo bicihanîna armancên bilind ên serhildanê û xebata aştiyane û diplomasî ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê berdewam dibin. Ji bo ku em xwestek û hêviyên Kurdistaniyan ji bo paşerojeke baştir û pêşkeftinê bi cih bînin, divê em bingehên pêkvejiyana aştiyane, bihêzkirina çanda hevpejirandinê, çespandina demokrasiyê û karê hevpar bi canê berpirsyarîtiya niştîmanî mukom bikin. Hemî, nifşên piştî serhildanê, nifşên niha û yên paşerojê jî divê bi rêz û mifawergirtina ji ya borî, bi bawerî û hêvî ve ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin.
Silav li canê pakij ê şehîdên serhildanê û hemî şehîdên Kurdistanê.
Her bilind û şkodar be bîranîna serhildanê.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo