Teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê .
Di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê 3 kes bûne qurbanî û 2 welatî jî birîndarbûn li gundewarê Laziqiyê .
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hîn jî ,bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2025an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 221 sivîl ji wan 43 zarok û 8 jin jiyana xwe ji dest dan, û 251 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 107 zarok û 3 jin.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola hikûmata Şamê de 177sivîl di nav wan de 34 zarok û 5 jin hatin kuştin û 176 ji wan 66 zarok û 3 jin birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 13 ji wan 6 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 30 ê din birîndar bûn di nav wan de 24 zarok bûn.
Herwiha navçeyên di bin kontrola Artêşa Niştîmanî de 31 kes di nav wan de 4 zarok û 2 jin hatin kuştin û 45 kesên din ji wan 17 zarok hatin birîndarkirin.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo