SALVEGERA “46YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ HAT VEJANDIN.
Her Sal di 1ê avdarê de,gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna koça dawî ya bavê neteweya Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.
Di roja Şemiyê 1.3.2025an de,bîranîna salvegera 46 yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê her du xwecihiyên bajarê Hesekê ya rojava û rojhilat yên bi ser ENKSê ve, li gundê Cemîliyê yê bi ser bajarê Hesekê ve.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr,
herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.
Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Hesekê.
Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.
Endama desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Xanim Fesla Yûsif gotarek bi zimanê Kurdî pêşkêş kir û behsa wateyên helkeftê, rola Rêber Barzanî û giraniya wî di têkoşîna rizgariya Kurdistanê de kir. Yûsif di axaftina xwe de rola pêşeng a Serok Mesûd Barzanî di têkoşîna gelê me de û piştgiriya bê sînor a ji bo doza gelê me li Kurdistana Sûriyê nirxand.
Endama serokatiya ENKSê axaftina xwe bi gotina li ser peymana Kurdî-Kurdî bi dawî kir, û tekez li ser pêdiviya yekitiya helwesta Kurd kir, û avakirina şandeyeke yekgirtî ji bo çûyîna Şamê, her wiha banga rêberê Partiya PKKê rêzdar Abdulah Ocalan ji bo avêtina çekan û hilweşandina partiyê silav kir, û tekez li ser pêdiviya pêgiriya dewleta Tirk a ji bo çareserkirina doza Kurd li Kurdistana Tirkiyeyê kir.
Gotina PDKSê ji aliyê mamoste Beşîr Ebdulqadir ve hat pêşkêşkirin û tê de çendîn helwestên Barzaniyê nemir û têkoşîna wî hat nirxandin.
Her wiha helbestvan Yûnis Hemê (Bavê Serbst) helbestek li ser tecrûbeya têkoşînê ya rêberê nemir pêşkêş kirin.
Di dawiya helkeftê de, hunermend Mahsûm Şikakî komek sirûdên niştimanperwerî û qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di parastina Kurdistanê û gelê wê de pêşkêş kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah..