المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROK BARZANÎ Û VÎKTORIYA TAYLER PÊŞHATÊN DAWÎ GOTÛBÊJ KIRIN.

0 72

SEROK BARZANÎ Û VÎKTORIYA TAYLER PÊŞHATÊN DAWÎ GOTÛBÊJ KIRIN.

Serok Barzanî û Vîktoriya Tyler pêşhatên dawî yên Iraq, navçe û Sûriyê gotûbêj kirin

Di roja çarşemê 15.1.2025an de, li mezargeha Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Vîktoriya Tayler Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir.

Di hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasî û ewlekarî û pêşhatên dawî yên li Iraq, navçe û Sûriyê de nêrîn û nêrînên xwe danustandin.

Di hevdîtinê de, Cîgira Wezîrê Derveyê Amerîka hewlên Serok Barzanî yên şandina nûnerê xwe yê taybet bo Sûriyê ji bo hevdîtinên li gel aliyên Kurdî li Sûriyê bilind nirxand û tekez li ser piştevaniya Amerîka bo hemû hewlên ku ji bo nêzîkbûna aliyên Kurdî dibe alîkar kir û aramiyê li Sûriyê û herêmê pêk bînin.

Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û hewlên çareserkirina nakokiyan jî hat kirin.

Di hevdîtinê de, şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo berdewamiya danûstandinên navbera aliyên siyasî û bilezkirina pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Metirsiyên fersenda vejîna terorîstan û pêwîstiya parastina aramiya Iraq û navçeyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.