Friday, August 15, 2025
  • Language:
  • Arabic
  • English
  • German
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê
Bê encam
Hemû Encaman Bibîne

TAWANKARAN KEÇA KURD MERYEM SIMO LI STENBOLÊ KUŞTIN

January 15, 2025
in Uncategorized
0
0
PARVEKIRIN
208
DÎTIN
Share on FacebookShare on Twitter

TAWANKARAN KEÇA KURD MERYEM SIMO LI STENBOLÊ KUŞTIN.

Sûcdaran keça Kurd Meryem Simo li Stenbolê kuştin.

Li gorî çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, tawankaran keçeke penaber a kurd a Efrînê kuştin û birayê wê jî di wê bûyerê de birîndar bû.

Şêxo got: Roja duşemê 13ê Çileya duyem 2025an, di ronahiya rojê de kesekî nenas avêt ser mala malbateke xelkê gundê ((Ebûdan Upîla)) yê girêdayî navçeya Bilbilê/Efrînê li bajarê Stenbolê û wiha got: Nêzîkî demjimêr 11ê sibehê. Dayik bi yek ji zarokên xwe re ji mal derket, ji bo nûkirina çend kaxezan, du zarokên Ehmed (5 salî) û xwişka wî Meryem (12)salî li malê hiştin. ji ber sarbûna hewayê ew bi xwe re nebirin.

Wî zêde kir: Xwişka mezin ((15 salî)) li ser kar bû, û dayik di katijmêr 4ê êvarî de vegeriya malê û dît ku du zarokên xwe di xwîna xwe de xeniqîne,zaroka wê Meryem gelek caran bi kêrê û bi kevir li serê wê hatiye xistin û birayê wê yê zarok “Ehmed” ji aliyê ku sûcdar têkeve mala wan.

Wî got: Ew bo nexweşxanê hatin veguhestin û pizîşkan karîn zarokê bi navê “Ehmed” rizgar bikin û heta niha jî tê dermankirin, lê mixabin ew zaroka “Meryem” canê xwe ji dest daye.

Şêxo behsa wê yekê kir: Bavê wan zarokan Cîhad Simo diçû Almanyayê û dayîk ligel çar zarokên xwe dijiyan.
Polîs hîna li ser tawan û sedemên wê lêkolînê dike û guman li derdora kesekî ku cîranê malbatê ye tê kirin.

Ajansa “DHA” ya taybet a Tirkiyê roja Sêşemê ragihand ku gumanbarê bi navê Zakariya A. (51 salî) di lêkolînên polîsan de li xwe mikur hat ku zaroka Sûriyê Meryem kuştiye û birayê wê Ehmed (5 salî) jî birîndar kiriye, piştî ku bi mebesta temîrkirina elektrîkê ket malê.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

ShareTweetPin
Nivîsa Berê

11SAL LI SER REVANDINA ÇALAKVANÊ KURD EMÎR HAMID RE DERBAS DIBE.

Nivîsa Paşîn

SEROK BARZANÎ Û VÎKTORIYA TAYLER PÊŞHATÊN DAWÎ GOTÛBÊJ KIRIN.

Nivîsa Paşîn
SEROK BARZANÎ Û VÎKTORIYA TAYLER PÊŞHATÊN DAWÎ GOTÛBÊJ KIRIN.

SEROK BARZANÎ Û VÎKTORIYA TAYLER PÊŞHATÊN DAWÎ GOTÛBÊJ KIRIN.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne

Bê encam
Hemû Encaman Bibîne
  • Nûçeyên Kurdistanî
  • Nûçeyên Cîhan
  • Weşanên ENKS
  • Çand û Huner
  • Nûçeyên Bilez
  • Çalakî
  • Rojnameya ENKS

Hemû maf parastî ne