المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROK BARZANÎ PÊŞWAZIYA FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ HSDê KIR.

0 81

SEROK BARZANÎ PÊŞWAZIYA FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ HSDê KIR.

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir

Êvariya roja pênşemê 16.1.2025 Serok Mesûd Barzanî li seyrangeha Selahedîn pêşwaziya birêz Mazlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir.

Di hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên emnî û siyasî li Sûriyê û çarçoweya giştî ya çawaniya rûbirûbûna aliyên Kurdî bi rewşa niha ya Sûriyê re û rêyên helwesteke hevbeş di navbera aliyên Kurdî de li Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê aliyên Kurdî li Sûriyê bêyî destwerdana ti aliyekî û bi rêyên aştiyane derbarê çarenivîsa xwe de biryarê bidin.
Û ji bo garantîkirina mafên xwe bi yekkirina rêzên xwe û destpêkirina ji helwesteke hevbeş ji bo gihîştina lihevkirin û rêkeftinan bi desthilatên nû li Sûriyê re, pêşde biçin.
Divê aliyên Kurdî bibin faktera aşitî û aramiyê û kar bikin ji bo nehêlana dûbarebûna wan karesatên ku gelê Kurd û pêkhateyên din li Sûriyê rastî wan hatine.

# Jêder: Baregeha Barzanî

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.