Zarokek di encama Teqîna Mayîneke şer de li Sûriyê bû qurban.
Li parêzgeha Helebê di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê zarokek bû qurban.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 158 sivîl ji wan 57 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 207 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 23 jin û 97 zarok.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 125 sivîl di nav wan de 35 zarok û 21 jin hatin kuştin û 126 ji wan 17 jin û 49 zarok birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 23 ji wan 17 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 36 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 24 zarok bûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo