المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Basrma ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê du xulekên pîşeyî vekir.

0 64

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li kampa Basrma ya Penaberên Rojavayê Kurdistanê du xulekên pîşeyî vekir.

Li kampa Basrma du xulekên Pîşeyî hatin vekirin û têde hejmarek jin beşdarbûn.

Li gorî Dezgeha xêrxwaziya Barzanî li ser rûpela xwe ya facebookê belavkiriye :

Ku bi hevkariya The Stirling Foundation , roja 24.11.2024an, li sentera Tîrêj ya çand û civakî li kampa Basrma yê bi ser parêzgeha Hewlêrê ve du xulekên Pîşeyî ya dirûtin û dîzayna cilûbergan vekirin.

Û Dezgehê serbar kir ku hejmarek jin ji nişteciyên kampê têde beşdarbûn û wê heyama 12 rojan ev xulek berdewam dike.

Hêjaya were gotin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.