المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

0 74

XWECIHIYA AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN .

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe roja Şemiyê 30/11/2024 an, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hat wergirtin hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser pabendbûna bi civatên asayî hate kirin.

Her wiha rewşa siyasî
Serokê encûmena xwecehî Mamoste Îsmaîl Sînan, behsa geşedanên li ser qada siyasî û kurdî, pêşhatên dawî û pêşhatên navxweyî, herêmî û navdewletî yên li ser meydanê û pêşhatên ku herêm tê re derbas dibe, di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên derbarê rewşa Sûriyê bi giştî kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.