المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Girtina welatiyên Kurd li Efrînê ji aliyê Girûpên çekdar ve berdewam e.

0 113

Girtina welatiyên Kurd li Efrînê ji aliyê Girûpên çekdar ve berdewam e.

 

Girtin û binpêkirin û revandina welatiyan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komên Çekdar ve berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku 5 kes ji aliyê Girûpên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê yên bi artêşa Turkiyê re revandin.

Herwiha li gorî Çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ku Girûpên bi navê polîsên leşkerî welatiyek ji gundê Birka yê bi ser navçeya Mebetlî revandin û ber bi cihekî nediyare ve birin.

Û çavkaniyê da zanîn navçeya Cindêrsê 2 kes dema di şerê Lubnanê de vegeriya bûn gundê xwe li Efrînê û herwiha bi tometa ku berê pêwendiya wan bi rêveberiya Xweser re hebû hatin revandin.

Û li navçeya Şeran 2 kes ji aliyê Grûpa Cebha Elşan hatin revandin, û li hember 2 hezar dolar hatin berdan .

Binpêkirin , girtin û revandin û destdanîna ser mal û milkên welatiyên Efrînê , ji aliyê Girûpên çekdar ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.