المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di destpêka êrîşên Israîlê 213 koçberên Sûrî li Lubnanê hatine kuştin.

0 86

Di destpêka êrîşên Israîlê 213 koçberên Sûrî li Lubnanê hatine kuştin.

Di encama êrîşên Israîlî li ser Lubnanê di vê dawîyê de 6 koçberên Sûrî di nav wan de 3 jin bûn , yên Li Lubnanê diman hatine kuştin.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di encama êrîşên vê dawiyê yên Israîlê 6 koçberên Sûrî li Lubnanê hatine kuştin.

Û herwiha li gorî Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan tekez kiriye ku di 21 ê Êlûna 2024an, 213 kes hatine kuştin di nav wan de 37 jin û 52 zarok .

Û li gorî jêderên xwecihî ku ji destpêkirina şerê Israîlê li ser Libnanê di 21 ê Êlûna 2024an, , hejmara kuştiyan yên koçberên Sûrî li Lubnanê gihiştiya 213 ji wan 37 jin û 52 zarok, û 21 kesên din birîndarbûne.

Û ji rexekî din ve ku rojana bi dihan malbatên Koçberên Sûrî li Libnanê dimînin vedgerên Sûriyê.

Tê zanîn ku Piştî kuştina Sekirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrellah, şerekî tund di navbera Israîl û Hizbullah derket û heta niha şer berdewe me, û di encamê de bi dihan welatî hatine kuştin .

Di 23 ê Êlûna 2024an, Israîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbullah dest bi Operasyoneke bejahî kir..

Û di encamê de zirar gihişta milet û gelek kuştî û birîndar derketin, û bi hezaran xelk derbider bûne û ji ber şer berê xwe dane dewletên cîran weku Sûriyê û Iraqê .

Û hin jî şer li Libnanê berdewam e nehatiya rawestandin.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.