المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN …

0 112

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN …

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,encûmena Pakrewan Ciwan Elqutna, di roja Duşemê, 28.10.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxistin

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate xwendin û hate nîqaşkirin.

Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de rewşa Efrînê û binpêkirinên hovane yên ku ji aliyê komên cekdar bi taybet cekdarên grûpa Elemşat di derheqê xelkên resen yên Kurd hate gotûbêjkirin û şermezarkirin.

Her wiha civat li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Kurdî û bandora wê li ser xelkê herêmê, di warê aborî û ewlehiyê de rawestiyan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.