XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROKEKÎ NÛ HILBIJARTIN.
Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,di roja Yekşemê 27.10.2024an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di destpêkê de, xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.
Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,hate nîqaşkirin.
Herwiha tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û pabendbûna bi siyaset û biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hate kirin.
Rewşa siyasî hemû bûyer û pêşketinên siyasî yên bilez li herêmê û li ser hemû astên navneteweyî, herêmî û herêmî hatin gotûbêjkirin Li ser bombebarana artêşa tirk li ser herêmê bi dirêjî hate rawestandin û birêz Ebdulrehman Mihê wek serokê xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, hate hilbijartin
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah