المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YEKÎTIYA EWROPAYÊ XWE AMADE DIKE KU NÛNEREKÎ TAYBET JI BO SÛRIYÊ DESTNÎŞAN BIKE

0 52

YEKÎTIYA EWROPAYÊ XWE AMADE DIKE KU NÛNEREKÎ TAYBET JI BO SÛRIYÊ DESTNÎŞAN BIKE

Yekîtiya Ewropayê xwe amade dike ku nûnerekî taybet ji bo Sûriyê destnîşan bike

Çavkaniyên medyayî eşkere kirin ku Yekîtiya Ewropî xwe amade dike ku nûnerekî taybet bo Sûriyê destnîşan bike, ji bo çareserkirina aloziya koçberiyê.

Dezgehên ragihandinê gotin ku Yekîtiya Ewropî, ji bo çareserkirina aloziya koçberiyê, bi niyaz e ku nûnerekî taybet ji bo Sûriyê destnîşan bike, li gel piştrastkirina li pey hev ji rayedarên Komisyonê û Wezareta Pêwendiyên Derve.

Çavkaniyan tekez kirin ku ev pêngav ne asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re ye, belku ji bo çareserkirina aloziya koçberiyê ye ku îhtîmal e ku piştî pêşhatên dawî yên li Lubnanê bigihêje qonaxeke pir aloz.

Dezgeha Koçberiyê ya Yekîtiya Ewropî radigihîne ku Sûrî hîn bi hejmareke mezin ji welatê xwe ji ber xirabiya rewşa aborî derdikevin, û ku penaberên sûrî li Lubnanê tevlî karwanên koçberên neqanûnî ber bi Ewropayê dibin piştî xirabûna rewşa jiyanê li vî welatî di salên borî de.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2011’an ve Sûriye ji aliyê Amerîka, Yekîtiya Ewropa û hejmarek welatên din ve hatiye dorpêçkirin.

Cezayên Amerîkî dorpêçkirina aborî û toleyên navneteweyî li ser karbidestan dihewîne, li dûv wê jî “Qanûna Qeyser”, ku di serdema serokê berê Donald Turamp de di sala 2019an de ji hêla Kongresa Amerîkî ve hate pejirandin û bandora wê destpêka havîna borî bidawî bû.
Lê Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê, Senator Ben Kardin, meha borî guhertinek pêşkêşî “Qanûna Desthilatdariya Berevaniya Niştimanî” ya sala 2025an a di derbarê Sûriyê de kir, ku tê de dirêjkirina “Qanûna Qeyser” heta sala 2028an tê de heye. derfetên dirêjkirinê mezin in.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.