المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊKOŞER ENDAMÊ HEVRÊZIYA GIŞTÎ YÊ “TÇKS” IBRAHÎM IBRAHÎM “BAVÊ MIHEMED” ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ…

0 79

TÊKOŞER ENDAMÊ HEVRÊZIYA GIŞTÎ YÊ “TÇKS” IBRAHÎM IBRAHÎM “BAVÊ MIHEMED” ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ…

 

Di roja yekşemê 27.10.2024an de,têkoşer kurdperwer endamê hevrêziya giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya Ibrahîm Ibrahî”Bavê Mihemed” li Kurdistana Sûriya li bajarê Kobanê, Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj di têkoşîna mafên gelê xwe ,yê Kurd de li Sûriyê,çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn têkoşer Ibrahîm Ibrahîm,kesayetek kurdperwer civaknasî û xwedî rol û bandor bû li herêmê dihat nasîn.
Têkoşer, bi dehan salan di nava têkoşînê de bû, ji ber ku bi doza gelê xwe ve girêdayî bû û xwest mafên gelê xwe yên adil bi dest bixe. Piştî damezrandina tevgerê tevlî refên tevgerê bû û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe bi israr û dilsoz ma û bû mînaka fedakarî û dilsoziyê.

Ev tê wateya ku malbatek welatparêz in û berdewamin li ser piroja netewî ya Kurdî ji bo parastina mafê gelê kurd yên rewa li Kurdistana Sûriya.

Hezar hezar dilovanî li giyanê wî be.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.