Li gundê Til Qerah ya Şehbayê 3 zarokên derbiderên Efrînê birîndarbûn.
Li gundê Til Qerah ya Şehbayê Di encama teqîna mayîneke şer de 3 zarokên derbiderên Efrînê di temenên 8_8_11 de birîndarbûn .
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 130 sivîl ji wan 46 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 171 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 19 jin û 86 zarok.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo