Karkirina zarokan û bandora li ser pêşeroja wan.
Di destpêka şerê Sûriyê sala 2011an, para herî mezin û encamên bandora wê li ser pêşeroja zarokan hate kirin , ku îro li seranserî Sûriyê bi giştî beşekî mezin ji zarokan dûrî xwendinê ketina û derbasî nava bazara kar bûne û di bin karên giran de dixabitin, di demekê de ku dibe ew di dibistanê de xewn û hêviyên xwe pêk bînin û mafê zaroktiyê wergirin û jiyaneke aramî bijîn.
* Pêşeroja zarokan li Kurdistana Sûriyê de gihiştiya çi qonaxî….
Ku tevlîbûna zarokan ji bo kar bûye diyardeyeke berbiçev li Rojavayê Kurdistanê ji sedema rewşa zehmet û qeyrana aborî û herwiha rêjeyek ji wan jî malbatên koçberên ku piştî êrîşkirina komên çekdar ser navçeyên wan û binpêkirin û kiriyarên derheqê wan de hate kirin, talan, wêrankirin û destdanîna ser mal û milkên welatiyan weku Serê Kaniyê, Efrîn, Kobanê, koçberî herêmên din yên Kurdistana Sûriyê bûne, û neçarin Zarokên xwe tevlî karan bikin ji bo debara jiyana xwe bikin, û weku tê diyarkirin û dîtin ku beşek ji zarokan karên ne li gorî temenê xwe yên biçûk dikin, êdî ew karê Pêşesaziyê de, Berberî , Firotina kelûpelan di nav kolanan de dixebitin… ku di heman demê de dihêle zarok rûbirûyî kêşeyên dijwar û zirar û bandoreke neyînî li ser tendirûstiya derûnî û laşî û geşpêdana wan were kirin .
*Ev yek tê wateya ku Jiyana zarokên Sûriyê dibin metirsiyê de ye.
Ji ber zarok cihê we dibistana û nifşê pêşerojê ne, divê mafê wan yê zaroktiyê were dayîn û parastin.
*Bi vekirina deriyên dibistanan re malbatên hejar zehmetkêşiyan dibînin di dabînkirina pêdeviyên xwendinê.
Û ji aliyekî din ve derbarî mijara xwendinê de li Kurdistana Sûriyê ku her rewş aloztir dibe, piroseya xwendinê jî têkdiçe û rêjeya zarokan di dibistanan de kêm dibe û yek dikeve cihê metirsiyê de û kartêkirina wê li ser pêşeroja zarokan, nexasim ji ber vê rewşa awarte de, ku malbatên hejar nikarin pêdeviyên gerek yên taybet bi dibistanê ji zarokên xwe re peydabikin, ku bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re, nirxê pêwîstiyên xwendinê li Sûriyê bilind dibe.
Û di vê çarçoveyê de bi nêzîkbûna destpêkirina sala xwendinê ya nû Li seranserî Sûriyê, êdî nirxê kelûpelên dibistanê rastî p zêdebûnek berçav hat, di demekê de ku pêwîstiya şagirtan bi kirîna hemû pêdeviyên dibistanê heye weku Pirtûk, Çente, û Cilûberg, ku pêdeviyên dibistanê ji bo her zarokekî digihêje Yek milyon Lêreya Sûrî, bi vî awayî gelek welatî xwedan rewşeke aborî hejarin rastî zehmetkêşiyan tên di dabînkirina xwestekên dibistanê.
Û hêjaya were gotin ku li gorî raporta salane ya wezareta Perwerde ya Sûriyê û xişta sala 2024-2025 an, hatî destnîşankirin, ku dibistan li seranserî Sûriyê ji pola 1 ê ta 12an, dest bi sala nû ya xwendinê bikin di 4 ê Êlûnê de , ku dibistan bi rengekî fermî vebin, û êdî şagirt amadepaşiyên xwe dikin him ji bo derbasbûna qonaxeke nû ji xwendinê û him ji bo dîtina heval û mamosteyên xwe.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo