Li Dêrazorê bi sedema Teqîna Mayînekê de 4 kes birîndarbûn.
Li gundewarên Dêrazorê di encama teqîna mayîneke şer de 4 kes birîndar bûn, di nav wan de 2 jin û zarokek heye.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .
Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 130 sivîl ji wan 46 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 168 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 19 jin û 83 zarok.
Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 106 sivîl di nav wan de 30 zarok û 21 jin hatin kuştin û 111 ji wan 16 jin û 41 zarok birîndar bûn .
Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 18 ji wan 14 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 32 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 23 zarok bûn.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo