المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RIWEYTERZ JI ZARÊ RAYEDAREKÎ AMERÎKÎ RAGIHAND:HEJMAREK LEŞKERÊN AMERÎKÎ Û HÊZÊN HEVPEYMAN DI ÊRÎŞEKÊ DE LI SÛRIYÊ BIRÎNDAR BÛN.

0 175

RIWEYTERZ JI ZARÊ RAYEDAREKÎ AMERÎKÎ RAGIHAND:HEJMAREK LEŞKERÊN AMERÎKÎ Û HÊZÊN HEVPEYMAN DI ÊRÎŞEKÊ DE LI SÛRIYÊ BIRÎNDAR BÛN.

 

Riweyterz ji zarê rayedarekî Amerîkî ragihand: Hejmarek leşkerên Amerîkî û hêzên hevpeyman di êrîşekê de li Sûrîyê birîndar bûn

 

 

Berpirsekî Amerîkî di roja Şemiyê 10 Tebaxê, ragihand, hejmarek ji leşkerên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya navdewletî di êrîşeke li ser bingeheke hevpeymanan li Sûriyê birîndar bûne.

 

Ajansa Riweyterzê li ser zarê berpirsekî Amerîkî ragihand ku “Hejmarek ji endamên hêzên Amerîkî û yên hevpeymanîyê bi sivikî birîndar bûne di êrîşeke firokeyên bê firokevan de roja Înê li Sûriyê”.

 

Rayedarê Amerîkî ku nexwest navê xwe eşkere bike, li gorî nûçeya Riweyterzê, anî ziman ku ti birîndarên cidî di nav hêzan de çênebûne, lê hinek kes ji bo nirxandina zêdetir bo cihekî cuda hatine veguhestin.

 

Baregeha Xerab Elcîr li gundewarê Dêrikê li Kurdistana Sûriyê, şeva Înê – Şemiyê 9-10 Tebaxê rastî êrişa firokeke bê firokevan hat û armanckirina wê bû sedema agirpêketina baregehê piştî ketina firokeyê.

 

Armanckirina baregeha Xerab Elcîr duyemîn êrîşa mezin e di çend rojên borî de li dijî hêzên Amerîkî û di demekê de ye ku alozî li Rojhilata Navîn zêde bûne.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.