المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li gundewarên Şamê bi sedema Teqîna Mayînekê de ciwanekî Jiyana Xwe Ji Dest da û 3 kesên din birîndarbûn.

0 134

Li gundewarên Şamê bi sedema Teqîna Mayînekê de ciwanekî Jiyana Xwe Ji Dest da û 3 kesên din birîndarbûn.

 

 

 

 

Li gundewarên Şamê di encama teqîna mayîneke şer de ciwanakî jiyana xwe ji dest da û 3 ê kesên din birîndar bûn .

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

 

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê heta niha 126 sivîl ji wan 44 zarok û 22 jin jiyana xwe ji dest dan, û 158 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de 15 jin û 80 zarok.

 

Herwiha Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihan ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 103 sivîl di nav wan de 29 zarok û 21 jin hatin kuştin û 103 ji wan 12 jin û 38 zarok birîndar bûn .

 

Û li navçeyên din bin kontrola hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD)de 17 ji wan 13 zarok û jinek jiyana xwe ji dest dan û 30 ê din birîndar bûn di nav wan de jinek û 23 zarok bûn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.