المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇEKDARÊN OPOZÎSYONÊ LI EFRÎNÊ 3Ê WELATIYÊN EFRÎNÊ GIRTIN.

0 185

ÇEKDARÊN OPOZÎSYONÊ LI EFRÎNÊ 3Ê WELATIYÊN EFRÎNÊ GIRTIN.

 

Çekdarên opozîsyonê li Efrînê 3 welatiyên Efrînê girtin

 

 

Çavkaniyên xwecihî yên taybet ragihandin ku çekdarên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di heftiya borî de 3 welatiyên Kurd li herêma Efrînê ya Kurdistana Sûriyê girtin.

 

Jêderekî xwecihî ragihand ku, roja 7ê Tebaxê, endamên polîsên leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê welatiyê bi navê (Mehmûd Mihemed Qertel) ku temenê wî 32 salî ye, girtin.

 

 

Herwaha got, Mehmûd Qertel ji herêma Şehba koçber bûye û vegeriya bajarê xwe yê gundê Xelalka yê navçeya Bilbila ya Efrînê.

 

Di derbarê tometa welatiyê Qertel de jî jêderê got: “Bi tohmeta danûstandina bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hatiye girtin

 

Di vê çarçoveyê de, çavkaniyeke din a xwecihî ragihandiye, ku roja 6ê Tebaxê, li gundê Meydan Akbis a ser bi navçeya Raco, 2 hemwelatî ji aliyê Feyleq Elşam ve hatine girtin.

 

 

Li gorî çavkaniyê, welatiyên bi navê (Zekeriya Horo) temen 60 salî û xwedî pêdiviyên taybet in û yê din jî (Ziyad Horo) ye ku temenê wî 25 salî ye, bi behaneya ku pez diçêrîne li nêzîkî navçeyên sînorî yên Tirkiyê.

 

 

Çavkaniyê diyar kir ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.