المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xelkên Kurdistana Sûrî Gilî û Gazinan dikin li ser Kêmbûna Sotemeniyê…

0 157

Ji bilî  Metirsiya Rewşa Ewlekariyê û Ewlehî  û barana kêm û metirsiya Veyrûsa koronayê û Qedexeya hatûcûnê , û rêjeya mezin û bilind ji hejariyê û bêkariyê.

Lê rêveberiya bi ser PYDê ve,bi ser vê rewşa xerab hemû cûreyên Sûtemeniyê mîna : (Mazot,Benzîn,Gaz û xaz) kêm kirine û bi zahmetî welatî van cûreyên sûtemeniyê yên pêwistiya wan bi jiyana wan ya rojane heye peyda dikin.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji penaberên Serê Kaniyê bi navê bavê Nîşa,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Ez dikarim bêjim ev çar heyv derbas bûne , hîn dora min ya Xazê nehatiye ,

Û ez bawerim ku hin malbat her heyv xazê distînin , Ji ber ku ev jî, vedigere li ser şêwê komînên bi ser PYDê ve, daxwazên dost û hevalanên xwe tenê bicî tînin”.

Herwiha ji aliyekî dî jî,dapîrek kurd jî ji gundewarên bajarê Dirbêsiyê ji R.ENKSê re axivî û anî ziman:

” em pir zehmetiya dibînin di jiyana xwe de  , her tişt kêm e   û Nirx buha ne , hisreta min ku  ez Qedahek Çayê vexum ,

Û ez dixwazim di riya malpera we re,bangeweziya xwe bighînin cihên berpirs û civaka navdewletî,ta bi awayekî berpirs li ser rewşa me bisekinin û çareseriyekê ji me re bibînin”.

Wek tê zanîn,ji destpêka kirîza Sûrî rewşa xelkên Sûrî pir zahmet û xerab e ji hemû aliyan ve , Û herêmên Sûrî ji aliyê gelek hêzan ve tên birêvebirin .

Lê herêmên Kurdistana Sûrî yên ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve tên birêvebirin , Ji aliyê xizmetguzariyê û ewlehiyê roj bi roj  ber bi xirabûnê ve diçe.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.