المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik civîna xwe ya asayî li darxist.

0 112

Encûmena Xwecihiya şehîd Nisredîn Birhik ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist û ev yek bi amadebûna endama desteya serokatiya ENKSê xanim ” Fesla Yûsif” û serokê ofîsa karûbarên encûmenên xwecihiyan M,Neşat Zaza” û bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de, xulekek bêdeng rawestiyan ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Herwiha di civînê de xalên herî girîng ên rojeva Kurdistanê hatin gengeşekirin…

Di civînê de,xanim” Fesla Yûsif” bi giştî behsa pêşhateyên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê û bi taybetî li ser qada Kurdî, û

Her wiha bal kişand ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di vê qonaxê de û pêwîstiya parastina Encûmena Niştimanî ya Kurdî wek destkeftek niştimanî û baştirkirina wê ji bo rêgirtina li guhertinên li herêmê.

 

Û ji aliyê xwe M,Zaza” di civînê de anî ziman ku pêwîste têkilî di navbera serkirdayetiya ENK_Sê û encûmenên xwecihî û cemawer de berdewam be .

 

Û di dawiyê de hemû beşdaran nêrîn û pirsên xwe kirin û ji aliyê serokatiya ENKSê ve persiva wan hate kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.