المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN:BAC Û ÊRÎŞÊN ÇEKDARÊN”ELEMŞAT” KURDAN NEÇAR DIKE KU MALÊN XWE VALA BIKIN Û LI DERVE RAZÊN.

0 115

 

Bac û êrîşên çekdarên “Elemşat” Kurdên bajarê Efrînê ya Kurdistan Sûrî neçar dike ku malên xwe vala bikin û li derve razên.

Çavkaniyên taybet ji bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê ragihandin ku çekdarên Elemşat 110 hezar dolarên Amerîkî li ser xelkê gundê (Aşka Rojava) yê navçeya Cindirêsê ya gundewarê bajarê Efrînê ferz kirine.

Çavkaniyên taybet tekez kirin ku hejmarek ji gundiyan neçar man ku malên xwe biterikînin û li devereke vekirî razên daku nekevin lêdan û destdirêjiya çekdarên Elemşat.

 

Çekdarên Elemşat cezayên pereyan (10.000 dolarên Amerîkî) li ser xwediyên makîneyên zeytûnan li navçeya Şihê ya bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê birîn.

Çekdarên çeteyan car bi car êrîşî cotkarên ku nikarin bacên giran bidin, dikin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.