المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amerîka encamên êrîşên li ser baregehên xwe yên li Sûriyê û Iraqê eşkere dike.

0 126

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê hejmara êrişên li ser baregehên xwe yên li Sûriyê û Iraqê ji 17ê Cotmeha 2023an ve eşkere kir û tekez kir ku bi destpêka sala nû re hejmara êrişan zêde bûye.

 

Berdevkê Fermî yê Pentagonê Patrick Rayder ragihand ku ji 17ê Cotmeha 2023an ve baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê rastî 130 êrişan hatine û bi destpêka sala 2024ê ve êrîş zêde bûye.

 

Rayder her wiha got, baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê rastî 77 êrişan hatine û navendên wî welatî li Iraqê jî rastî 53 êrişan hatine.

 

Derbarê hejmara êrîşên Hûsiyan li Yemenê bo ser keştiyan, berdevkê fermî yê Wezareta Berevaniya Amerîkayê tekez kir, ku ji 19ê Mijdara 2023an heta niha hejmara êrişên Hûsiyan li ser keştiyên li Deriya Sor gihîştiye 27 êrişan.

 

Berxwedana Îslamî li Iraqê berpirsatiya êrişên li ser baregehên Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê li xwe digire û tekez kir ku êrişên ser baregehên Amerîkayê ji ber şerê berdewam di navbera Hemas û Îsraîlê li Gezeyê û piştgiriya Amerîkayê ji Îsraîlê re ye.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.