المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Balafirên Turkiyê hejmarek cih û bingehên sereke li Kurdistana Sûriyê kirin armanc.

0 132

Roja şemiyê û Yekşemê 13 û 14ê Çileya 2024an, li gorî jêderên xwecihî ku Balafirên Turkiyê bi dironan Kêlgeha Oda ya petrolê û benga Çandiniyê ya berê li başûrê bajarê Tirbespiyê û hin cih li Qamişlo û Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriyê armanc kirin.

Û herwiha heman jêderan ragihandin ku Balafirên Turkiyê cihek li nêzîkî gundê Şirik li gundewarê bajarê Tirbespiyê ya Kurdistana Sûriyê bombebarankir.

Û  roja yekşemê Turkiyê bi dironan êrîşên xwe li ser cih û navendên serke li Kurdistana Sûriyê pêk anîn,

Û li gorî çavkaniyên xwecihî ku gundê Kirbetlî yê bajarê Dirbêsiyê ji aliyê dironên Turkiyê ve hate bombebarankirin û di encamê de Sê welatiyên sivîl birîndarbûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Û di heman demê de balafirên Turkiyê Stasyona Elektirîkî û herdu kompaniyên Lafarc û avahîsaziyê û navendeke Asayîşa PYD ê li bajarê Kobanê bombebarankirin.

Ragihandina ENK-S ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.