المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Israîl çend navend li derdora Şamê bombebarankir.

0 96

Roja sêşemê 2 Çileya 2024an, balafirên Israîlê bi çend mûşekan ji aliyê Colanê ve, bajarokê Kenakir li gundewarê Şamê kir armanc.

 

Ji aliyê xwe ajansa nûçeyan a rêjîma Sûriyê ragihand ku îro roja sêşemê artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ve êrîşeke ezmanî pêk anî û çend navendên derdora Şamê kirin armanc bê ku tu agahî derbarî ziyanan were ragihandin .

 

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan komkirina ku di sala 2023an, 76 êrîşên Îsraîlê li ser cihên Sûriyê hatine encamdan, ji wan 51 êrîşên ezmanî û 25 ên bejayî , ku di encamê de birîndar û wêrankirina nêzîkî 154 navend di nav de amberên çekan û cebilxane û baregeh hatine armanckirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.