المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Koçberî li Kurdistana Sûriyê û bandorên wê.

0 116

Diyardeya koçberiyê li cîhanê bi hemî sedemên xwe ve babeteke giring e, bi taybetî li Kurdistana Sûriyê ku piştî şoreşa Sûriyê 2011an de, û Êrîşkirina Turkiyê û komên çekdar yên bi ser wê ve, û binpêkirinên berfireh ku li der herqê xelkên Herêmên Kurdî de kirin mîna Efrîn,Serê Kaniyê, Girê Spî ,Kobanê, ji kuştin ,revandin,girtin, Îşkencekirin talan û wêrankirin û destdanîna ser xanî û zeviyên welatiyên Kurd, ev yek bo sedema koçberî û derbederbûna xelkê ji welatên xwe ku neçar bûn berê xwe bidin welatên cîran û hin ji berê xwe dan navçeyên din yên Sûriyê, beşek ji koçberan di kampên penaberiyê de niştecîhbûn , jiyaneke metirsîdar di nav rewşeke dijwar û aloz de ji hemû aliyên jiyanê ve dijîn, ji tunebûn û kêmbûna peydakirina xizmetguzariyên sereke yên pêwîst weku Av,Elektirîk, paqijî, tendirûstî, Dibistan, û ji bilî vê yekê bi hatina demsala zivistanê re koçber di rewşeke zêde xirab de ne sedema lehiyên baranê û kombûna avê di konên wan de bê ku tû çareserî ji van pirsgirêkan re wer dîtin, 

 

Û beşekî din ji koçberan li bajarên Qamişlo,Amûdê, Dirbêsiyê û hin navçeyên din niştecîhbûn, ku ew gilî û gazinan dikin derbarî bilindbûna berdewam ya buhayê nirxê kiriya xaniyan bi rêjeyeke mezin di demekê de ew rewşeke hejariyê de dijîn bê ku tu alîkarî ji wan re were pêşkêşkirin,

 

Koçberên li Kurdistana Sûriyê dimînin, tûşî zehmetkişiyan dibin, di dabînkirina xwestekên zarokên xwe, ji vê yekê malbat neçar dibin zarokên xwe ji xwendinê dûrbixin û wan tevlî kar bikin ji bo debara jiyana xwe bikin, êdî êş û derdên penaberan bi dawî nabin ta ku venegerin ser mal û milkên xwe , û ev yek jî vedigera li ser civaka navdewletî ta wan komên Çekdar yên bi ser Dagirkerên Tirkiyê ve Tirkiya jî ji herêmên Kurdistana Sûriyê derxînin, ta aramî û bawerî li cem nişteciyên wan herêman yên koçber çê bibe ji bo vegerin ser mal û milkên xwe.

 

Û herwiha ji rexekî din ve koçberî û rewşa xirab û bandora wê li ser pêşeroja zarokan li Sûriyê, ku zarok beşê herî zêde di şêrê 12 salan berdewam dike encamê wê danîn, ku zêdetirî milyonek zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane, weku Perwerde, xwendin ku kêşeyeke herî giring e rûbirûyî wan dibin, êdî ev yek dihêle ku jiyan û pêşeroja zarokan li Sûriyê di bin metirsiyê de be.

 

Ku rêjeyeke mezin ji zarokan li Sûriyê bi giştî bi taybetî li Kurdistana Sûriyê ji xwendina xwe dûr ketine û êdî ew tevlî bazara kar dibin , û karên dijwar û metirsîdar de dixebitin ku ne li gorî temenê wan yên biçûka di ji bo alîkariyekê ji malbatên xwe re pêşkêş bikin û her ev yek vedgera ji wêran e rewşa aborî ku sedema serekeye ji belengaziya û hejariya welatiyan û bandorê li ser civakê û Jiyana xelkê dike ,

 

û nexasim piştî derketina hêla koçberiyê û derbederbûna xelkê ji welatê xwe…

 

Di demekê de ku herêmên Kurdî wekî em dibînin ku roj bi roj rewş aloztir dibe û gelek malbat koçber in û hejar in û zehmetkêşiyan dibînin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ji vê yekê ew neçarin Zarokên xwe ji xwendin û dibistanê dûr bixin û wan tevlî bazara kar bikin ji ber peyda kirina xwestek û pêdeviyên malê derbarî vê rewşa ku ew bi zehmetî Jiyana xwe têde derbas dikin, taybetî di vê salê de ji ber zehmetbûna dabînkirina pêdeviyên perwerdehiyê û pêdewistiyên dibistanê yên bingehîn û buhabûna nirxê wan û her ji sedema dûrbûna dibistanê ji malên wan û bilindbûna nirxê kiriya otombîlan û ev yek dibe barekî giran li ser milê malbatan, di demekê de ku xwendin mijareke bingehîna di vê were parastin ji bo misogerkirina şagirtan û avakirina nivşekî azad û pêşarojeke geş.

 

Û li Kurdistana Sûriyê deyardeya tevlîbûna zarokan di nava karê giran de, ku hejmara Zarokên dixebitin zêdebûye, ev yek vedigra ji kêmbûna karkerên Temen mezin ji sedema koçberiyê , û êdî xwediyên kar neçarin zarokan tevlî kar bikin û ew jî bi razîbûna malbatê wan him ji bo fêrkirina kar û him ji bo alîkariya malbatê di vê rewşê de” .

 

Û di vê çarçoveyê de Jiyan û pêşeroja Zarokên Sûriyê di bin metirsiyê de ye, ku êdî ew rûbirûbûna kêşeyên dijwar ên civakî, aborî, û mirovî tên, ji ber kar û keda wan di temenekî biçûk de yek ji wan kêşeyên herî giring e ku rûbirûyê wê dibin, û ev yek zirar û bandoreke neyênî dide tenduristî, geşepêdan, xweşiya wan, û ji mafê wan bêpar dihêle.

 

Êdî rewşa aborî ya zehmet û tunebûna aramiyê û mafê zarokan li Kurdistana Sûriyê dibe kelem li pêşiya pêkanîna xewn û hêviyên wan ..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.