المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARÎS:DIJBERÊ SÛRÎ “RIYAD ELTURK” ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ

0 133

Di roja Duşemê 1ê Çileya 2024ê, kesayetiyê opozîsyona Sûriyê Riyad Eltirk, li bajarê Parîs ê Fransa, piştî nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Elturk ku bi nasnavê “Mandêla Sûriyê” dihat naskirin, yek ji dijberên herî tund ên rêjîma Esed e, di serdema Hafiz Elesed de nêzîkî “18 salan” ji jiyana xwe di zindan û girtîgehên rêjîma Sûriyê de derbas kir.Û du sal di serdema kurê wî de.

 

Riyad Elturk sala 2018an di hevpeyvînekê de, ligel rojnameya Elquds Elerebî wiha got: “Pirsgirêka kurd li Sûriyê, li gor nêrîna min ya şexsî pirsgirêka Sûriyê temam dike û berovajî wê, dema ku Sûriyê ji bo rûmet û azadiya xwe serî hilda. Kurdên Sûriyê di nav wan de bûn, di nav wan de ya herî pêşîn.”

kurteyek li ser jiyana wî

 

Riyad Elturk di sala 1930î de li bajarê Humsê hatiye dinê, di sala 1958an de bawernameya yasayê ji Fakulteya Hiqûqê(Mafan) ya Zanîngeha Şamê wergirtiye.

Ew sekreterê giştî yê “Partiya Komûnîst a Sûriyê – Ofîsa Siyasî” bû, ya ku ji salên 1970ê ve ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû qedexekirin, berî ku navê wê bibe “Partiya Gel a Demokratîk a Sûriyê” di destpêka desthilatdariya Beşar Elesed de.

 

 

Ew yek ji navdartirîn îmzekerên “Ragihandina Şamê” bû ku di sala 2005 de, bi destpêşxeriya grûpên opozisyona Sûriyê ji bo daxwaza guhertina demokratîk li Sûriyê, hat weşandin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011an de, wî piştgiriya xwe ya tam ji wê re, piştgiriya xwe ji tevgera aştiyane ya dijberiya rêjîma Esed re, û rawestana xwe li kêleka xwepêşanderan ragihand.

 

Yek ji damezrênerên Encûmena Niştimanî ya Sûriyê ku ji sala 2012an heta 2014an serokatiya wê dikir, herwiha ew endamê Encûmena Niştimanî ya Veguhêz a Sûriyê bû ku di sala 2012an de hat damezrandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.