المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Zaxo.. PDKê serdana ofîsa partiya Demoqirata Kurdistan _Sûriya kir ..

0 95

Şandek ji Partî Demoqiratî Kurdistanî roja pêncşemê 6/7/2023 ,bi boneya li darxistina duwazdemîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya,serdana ofîsa PDK-Sê li Zaxo kir ,û pîrozbahiyek germ arasteyî Partî kir û hêviya serkeftin di kar û xebata wan de xwest..

 

Û ev şanda PDKê bi serokatiya M,Mehmûd Xorşîd berpirsê peywendiyên derve yên partiya PDKê .

 

Û herwiha ev şanda ji aliyê M,Hoşeng semkemûr endanê komîteya navendî ya Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, û hejmarek ji endamên komîteya herêmî ve hatin pêşwazîkirin.

 

Û di vê serdanê de her du aliyan behsa peywendiyên biratî û dîrokî di navbera her du aliyan de kirin .

 

Û tê zanîn Roja şemiyê 10ê hezîrana 2023 li bajarê Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî 12mîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hate li darxistin..

 

 

 

Û roja yekşemê 11ê Hezêrana 2023an, kongir bi dawî hat û têde M,Mihemed Ismaîl ” weku sekirtêrê partî hate hilbijartin û 30 endamên komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin..

 

Û di 10 Hezêranê 12mîn Kongreya PDK – Sê bi amadebûna zêdetirê 220 endaman li Hewlêrê destpê kir û du rojan berdewam kir û tê de 29 endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin ..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.